ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Banga Serokwezîrê Spanyayê ya ji bo Tengava Hurmuzê: Divê dinya berdêla vê şerî nede
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez, xwest ku Tengava Hurmuzê bê vekirin û tesîsên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn bên parastin. Sánchez hişyarî da ku rageşiya zêde dibe dikare bibe sedema krîzeke enerjiya gerdûnî. -
Iraq bûye navenda êrîşê yê aliyan
Komên çekdar ên girêdayî DYA û Îranê, li Iraqê êrîşên xwe yên beramber didomînin. Welat veguherî bû yek ji navendên herî germ ê pevçûna herêmî. -
DYA’yê li Enbarê baregeha Heşdî Şebî bombebaran kir
Hate diyarkirin ku DYA’yê li bajarê Enbar ê Iraqê baregehek girêdayî Heşdî Şebî bombebaran kir. Di êrîşê de zirarên madî çêbûn. -
Îran: Heke saziyên me yên enerjiyê bibin armanc, em ê Tengava Hurmuzê bi tevahî bigirin
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku heke DYA saziyên wan ên enerjiyê bike armanc, ew ê Tengava Hurmuzê bi tevahî li çûnûûhatinê bigirin. -
Îsraîl: Fermandarê hêzên taybet ê Hizbullahê hate kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke esmanî de ku li başûrê Libnanê pêk aniye, fermandarekî ser bi Hizbullahê ve hatiye kuştin. -
Netanyahu gef xwar ku wê her serokekî Îranê ‘bi şexsî’ bike armanc
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, piştî êrîşên dijwar ên Îranê yên li ser Îsraîlê, gef xwar ku wê her rêveberekî Îranî "bi şexsî bike armanc". -
Îsraîl: Îranê zêdeyî 400 fuzeyên balîstîk avêt, ji sedî 92 hatin astengkirin
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve Îranê zêdeyî 400 fuzeyên balîstîk avêtiye û ji sedî 92 ê wan hatiye astengkirin. -
Li Qatarê helîkopter ket: 3 jê Tirk 6 kes mirin
Di qezaya helîkopterê de ya li derya Qatarê rû da 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek jî winda bû. -
Li Mûsilê êrişa hewayî: 5 birîndar
Li Mûsilê baregeha Heşdî Şabî bû hedefa êrişê. Di êrişê de 5 kes birîndar bûn. -
Li Îsraîlê şevek zehmet, ji Trump ultimatom, li Tehranê teqîn
Li Rojhilata Navîn tansiyona şer bilind dibe. Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo Tengava Hurmuzê 48 saet dem da Îranê. Îranê jî bersiv da gefê. Ji bo Îsraîlê jî şeveke zehmet bû. Li navenda Tehranê bombardûman. -
Îranê hişyariya bersivdanê da, li ser Tehranê êriş
Piştî ku DYE'yê ragihand ku wê êrişê bibe ser navendên enerjiyê, Îranê jî diyar kir ku wê tesîsên enerjiyê yên DYE'yê yên li herêmê bike hedef. Rageşiya li Tengava Hurmuzê dewam dike. -
Trump gef li Îranê xwar: Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan de neyê vekirin em ê êriş bikin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump gef xwar ku eger Tengava Hurmuzê neyê vekirin wê êrişê bibin ser binesaziya enerjiyê ya Îranê. -
Li Îsraîlê di êrişa Îranê ya bi fuzeyê de gelek kes birîndar bûn
Îranê bi fuzeyan êriş bir ser başûrê Îsraîlê. Nêzî 100 kes birîndar bûn. Sîstemên parastina hewayî nekarîn hin fuzeyan asteng bikin. -
Fermandarê CENTCOM’ê: Zêdeyî 8 hezar hedef hatin xistin
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cropper ragihand ku di operasyonên li dijî Îranê de 130 keştî di nav de zêdetî 8 hezar hedefên leşkerî hatin xistin. -
Natanz hat hedef girtin, Îsraîl peyama ‘wê êrîş zêde bibe’ da
DYE û Îsraîlê, ragihandin ku li dijî tesîsa nukleerî Natanz a li Îranê êrîş pêk anîne. Li başûrê Libnanê di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de şer didome. Îsraîl, diyar kir ku wê asta êrîşê zêdetir bibe. -
Fermandarekî din ê Muhafizên Şoreşê hate kuştin
Çapemeniya Îranê, ragihand ku Azîm Îsmaîlî ku fermandarekî payebilind ê Mihafizên Şoreşê û Besîcê ye, di 16’ê Adarê de di êrîşeke hewayî de li Tehranê hate kuştin. -
Şerê li Rojhilata Navîn: Di 24 saetên dawîn de çi qewimî?
Şerê li Rojhilata Navîn di roja xwe ya 22’yan de berdewam dike. Îsraîlê bajarên Beyrûd û Tehran bombebaran kirin, Tehranê giraveke bi mesafeya 4 hezar kîlometreyan hedef girt û têkildarî giravên aîdî Îranê hişyarî da Mîrnîşînên Yekbûyî yên Erebî. -
Îngîltere destûra bikaranîna baregehan da DYE’yê
Hikûmeta Londonê ji bo êrîşên li ser hedefên Îranê li Tengava Hurmuzê destûra bikaranîna baregehan da DYE’yê. Îngîtere daxuyand ku ew ê rasterast beşdarî şer nebe. -
Hat angaşt kirin ‘DYA piyadeyên deryayî ên zêde li Rojhilata Navîn bi cih dike’
Çapemeniya DYA’yê nivîsand ku rêveberiya Washingtonê xwe amade dike ku bi hezaran piyadeyên deryayî ên zêde bişîne Rojhilata Navîn. Tê diyarkirin ku veguhastin dibe ku bibe nîşana operasyoneke bejayî ya dibeyî a li dijî Îranê. -
Di êrîşa ser Tehranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan
Di roja 21’emîn a şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de, du jinên Kurd di bombebarana Tehranê de jiyana xwe ji dest dan. -
Îran: Em ê berpirsên Emerîkî û Îsraîlî heta cihê geştyariyê bişopînin
Hêzên Çekdar ên Îranê di daxuyaniya roja Înê de gefa ku ew ê li her derê berpirsên Emerîkî û Îsraîlî heta cihên geştyariyê bişopînin, xwar. -
Trump ji NATO'yê re got: Tirsonek, em ê vê yekê ji bîr nekin!
Serokê DYE’yê Donald Trump ji ber ku di şerê li dijî Îranê de piştgiriya ku dixwest bi dest nexist, welatên NATO’yê bi "tirsonekî” tawanbar kir û got, "Em ê vê yekê ji bîr nekin." -
NATO’yê mîsyona xwe ya li Iraqê bi demkî vekişand
Hate ragihandin ku NATO’yê mîsyona xwe ya li Iraqê şêwirmendiya hêzên ewlehiyê dike û piştgiriyê dide, ji ber bandorên şerê li Rojhilata Navîn bi demkî vekişandiye. -
Îsraîlê gef li Şamê xwar: Em ê nehêlin ku zerar bigihêje Durziyan
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef li hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwar û got, "Îsraîl wê destûrê nede ku zerar bigihêje Durziyan û eger pêwîstî pê hebe wê derbeke hîn hişk lê bide." -
Şerê Rojhilata Navîn: Girava Hargê di hedefê de ye
Hate îdîakirin ku rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trump bi armanca zêdekirina zexta li ser Îranê dixwaze kontrola Girava Hargê bigire destê xwe yan jî giravê dorpêç bike ku girava berbehs xwediyê girîngiyeke stratejîk e.